Xwepêsanderên Iraqê otomobîla Hizbullahê sewitandin

Xwepêsanderên Iraqê otomobîla Hizbullahê sewitandin

PeyamaKurd – Piştî ku Ketîbeyên Hizbullahê li bajarê Nasiriye navenda parêzgeha Zîqarê gule bi ser xwepêşanderan de reşandin, xwepêşanderan jî otomobîleke Hizbullaha Iraqê şewitand.

Hat ragihandin ku hejmarek çekdarên ser bi Ketaîbî ‎Hizbullaha Iraqê, merasîmeke sembolîk bo generalê Îranî Qasim Suleymanî li Meydana Hebûbî ya ‎naverasta bajarê Nasiriye saz kir ku xwepêşanderan ew merasîm red kir.

Çekdarên Ketaîbî Hizbullaha Iraqê gule li xwepêşanderan reşandin û di encam de hejmarek ‎çekdar jî birîndar bûn. Xwepêşanderan jî agir bi otomobîleke Ketaîbî Hizbullah xist û şewitand.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin