PeyamaKurd – Komîsyona Awrûpayê pêşniyara namzediya endamtiya YA yê ji bo Ûkrayna û Maldovayê kir. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî ragihand ku îhtîmala ji bo statuya namzediya YA yê bidin Ûkraynayê divê baleka “bilind” ya Rûsyayê hebe.
Seroka komisyona YA yê Ursula von der Leyen, li Brukselê civîna çapemeniyê lidarxist û fikra komîsyonê ya ji bo endamtiya Ûkrayna û Maldovayê ya ji bo YA yê ji wan re got. Leyen got ku “Statuya namzediyê” li ser bingeka “Krîterên Kopenhagê” û “bingeha liyaqatê” hatiye dayîn û li ber van welatan gelek reform hene divê bên kirin.
Von der Leyen, dema behsa namzediya Ûkraynayê ji bo YA yê kir, li ser serdestiya hûqûqê, darazê, têkoşîna bi gendeliyê re, olîgarkbûna li welat û mafên bingehîn rawestiya. Leyen weha got:
“ Ûkrayna perspektîva Awrûpayê, namzediya YA heq dike. Gelek kar hatin kirin lê hêj hene ku bên kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin