Yapicioglu li ser êrîsa Trabzonê axivî: Dê cezayê xwe bikisînin, ev ala 85 milyonan e!

Yapicioglu li ser êrîsa Trabzonê axivî: Dê cezayê xwe bikisînin, ev ala 85 milyonan e!

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad  (HUDA PAR) Zekerya Yapicioglu, li ser êrîşa bajarê Zonguldakê ya ser standa partiya wan a hilbijartinê axivî û got, ew êrîşeke çend provokatoran e û ew naxwazin bûyer bê mezinkirin.

Yapicioglu ji medya Tirk re axiviye û gotiye, “Yên mafên me yên siyasetê asteng dikin, wê nikaribin ji vê kiryara xwe birevin û dê cezayê xwe bikişînin. Her çi kes rewşê aloz bike, divê hesabê wê bê pirsîn. Em naxwazin, alozî derkevin. Ji bo wê jî me standa xwe rakir, pêwîst be em ê dîsa rakin, ev ne pirsgirêk e. Em naxwazin kiryara çend provokatoran bibe sedema bûyerên nexweş.”

‘Ala Tirkiyê Ala 85 milyonan e’

Herwiha Yapicioglu diyar kiriye, her ku alayeke mezin a Tirkiyê li ser standa wan hebûye jî hatine û xwestin Ala Tirk diyarî standa wan bikin.

Zekerya Yapicioglu got: “Wekî ku em dijî alê bin nîşan didin. Li Trabzonê dibêjin, wê alayê rakirin. Ma ew tenê alaya we ye? Ev ala 85 milyonan e. Tu bi çi heqî wê alê ji wir radikî?”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin