Yasaya Koçê: Fransa derîyên xwe asê dike

Yasaya Koçê: Fransa derîyên xwe asê dike

Peyama Kurd – Piştî nîqaşên tûj û rik herdû baskên parlamentoya Fransa jî yasaya koçê ya ku li dijî koçber û penaberan bergiriyên tûnd dihundirîne pesend kir. Ji hêla din li gel yasa hat pesendkirin jî hem ji aliyê desthilatdariyê hem jî ji aliyek opazîsyonê li dijî yasayê deng bilind dibin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macrom berê salek soza reformeke hevseng dabû. Macron berê xwe da, “Wê yasaya pêşî li koça derbazî bigire, dernorkirina penaberên ku ji wan nehatine pesendkirin koç bike û pêşî li goncavbûna koçberên ku bi fermî dixebitin veke.”

Lê belê piştî hilbijartinên parlamentoya yên 2022yan, partiyên ku hikûmetê pêk tînin di Parmamenta Neteweyî de piranîya mîsogerkeran ji dest dabûn.

Di Senatoya ku baskê duyemîn ê parlamenê ye de Komarparêzên navîn-rastgir ên navendî (Les Rêpublicains/LR) serdest in. xwe ji navîn-rastgiriyê ber bi zil-rastgiriyê ve şemitandin.

Ji ber vê yekê çavdêrên sîyasî yên Frensî destnîşan kirin ku hikûmet tenê bi reformeke koçberîyê ya tûnd dikare di parlamentoyê de piştgirîya piranî werbigire.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin