YE: Maliyeta vekişandina leşkerên DYA yê li ser YEyê 500 milyar Avro ye

YE: Maliyeta vekişandina leşkerên DYA yê li ser YEyê 500 milyar Avro ye

PeyamaKurd – Şefê bergiriya Yekîtiya Ewrûpayê Andrius Kubilius ragihand ku maliyeta vekişandina leşkerên DYAyê li ser Yekîtiya Ewrûpayê bi 500 milyar dolarî dibe mal. Kubilius got ku divê Ûkrayna jî tevlî avakirina ‘Yekîtiya Bergiriya Ewrûpa’yê bibe û Tirkiye û Kanada jî dikare tevlî wê bibe.

Kubilius ragihand ku hilberîna Rûsyayê ya bergiriyê ji YEyê zêdetire, perçebûna bergiriya welatên YEyê rexne kir û got pêwiste her dewlet ji Dahata Netewî ya xwe ya ne safî %3,5 ji bo bergiriyê veqetîne.

Andrius Kubilius got ku ji bo ciyê heyiyên leşkerî yên DYAyê tije bikin, wê li ser YEyê bi 500 milar Avro bibe mal. Ji bo Ûkraynayê entgereya Ewrûpayê bikin pêdivî bi ‘Yekîtiya Bergiriya Ewrûpa’yê heye. Kubilius weha dewam kir:

“Li gor fikra min; mirov dikare Tirkiyê ûı Kanadayê biendamên welatên YE re bixe nav Yekîtiya Bergiriya Ewrûpayê.”

Endamê komisyona YEyê yê berevaniyê û ji fezayê berpirs Andrius Kubilius, li Bruksela Belçîkayê di konferansa ku Martens Centre birêve dibir de, axifî.

Kubilius, got ku siyaseta welatên Ewrûpaye ji hev perçe werçe ye. Sanayiya bergiriyê jî wisaye û got:

“Îro li Ewrûpayê 27 siyasetên bergiriya cuda, 27 buçeyên bergiyê yên cuda, 27 artêşên netewî yên cuda û 27 mekanîzmayên vetoyê yên cuda hene. Divê em vê pirsê ji xwe bikin: Eger Amerîka di şûna yek artêşekî de xwediyê 50 artêşên eyaletan bûya, dê çi bûya?