Pentagonê maliyeta şerê bi Îranê re 29 milyar dolar ragihand

Pentagonê maliyeta şerê bi Îranê re 29 milyar dolar ragihand

PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê bergiriya DYAyê (Pentagon) yê ji karên darayî berpirs Jules J. Hurst III ragihand ku şerê DYA bi hevkarê xwe Îsraîlê re li dijî Îranê da destpêkirin, maliyeta şer heya niha li ser DYAyê bi 29 milyar dolarî bûye mal.

Jules J. Hurst III, bi wezîrê Pentagonê Pete Hegseth û serokerkanê DYAyê Dan Caine re, di civîna komîta parastina baskê bin ya meclisa nûneran de, pirsên parlementeran bersivand.

Li ser pirsa ku wê agahiyan bidin meclisa nûneran an nedin de, wezîrê Pentagonê Hegseth got:

“Dema wext were û pêwsit be em ê agahiyan bidin. Plana me heye eger pêwist be em ê asta şer bilind bikin, eger pêwesit be em ê vekişin. Planê me heye ku em ciyê heyiyan biguhêrin.”

Hust, di meha Nîsanê de ji kongreyê re gotibû ku maliyeta şer li ser DYAyê gihaye 25 milyar dolarî lê di nava vî miqdarî de zerara ku gihaye baregehên DYAyê nîne.