PeyamaKurd - Li gorî texmînên ku Pentagonê pêşkêşî Kongreya Amerîkayê kirine, lêçûna operasyonên leşkerî yên Washingtonê yên li dijî Îranê heta 16ê Cotmehê gihîştiye 47,1 milyar dolaran.
Li gorî nûçeya rojnameya The New York Times (NYT), ji 28ê Şibatê ku operasyon dest pê kirine heta niha ji %60ê vê mîqdarê (zêdetirî 29 milyar dolar) ji bo bombe, fîşek û cebilxaneyan hate terxankirin û di encamê de stokên çekên krîtîk ên mîna sîstema Patriotê kêm bûne.
Her wiha di operasyonan de 18 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 860 leşkerî jî birîndar bûne.
Di nava van 6 hefteyên dawî de lêçûnên şer nêzîkî 3,5 milyar dolarî zêde bûne.
Ji bilî cebilxaneyê, Washingtonê ji bo operasyonên firokeyên şer 7,6 milyar dolar, ji bo nûkirina balafir û amûrên leşkerî yên hatine îmhakirin 6,1 milyar dolar û ji bo keştiyên şer jî 1,5 milyar dolar xerc kirine.
Ji ber zêdebûna mesrefan û kêmboona teçhîzatê, rêveberiya Amerîkayê daxwaza 70 milyar dolar buçceya zêde ji Kongreyê kir ku ji bo dabînkirina çek û personelên nû werin bikaranîn.