PeyamaKurd – Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas ragihand ku ew ê Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Şamê ji nû ve vekin.
Kaja Kallas di rûniştina li ser Sûriyeyê de ya ku li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin axivî.
Kallasê bi bîr xist ku wê duh şandeyeke dîplomatîk a payebilind a ji nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ku di şerê navxweyî de ji Şamê derbasî Beyrûtê hatibû kirin, şandine Şamê û got, “Me pêvajoyek da destpêkirin ku bi rêveberiya nû û civaka sivîl re bi hişyarî tevbigere.”
Kallasê got, “Em amade ne ku balyozxaneya Yekîtiya Ewropayê ya li Şamê ji nû ve vekin. Em dixwazin ku ev ji nû ve bi tevahî bixebite.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin