Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin

Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya ligel Televîzyon û Radyoya Rûsyayê de helwesta Yekîtiya Ewrûpayê ya li dijî keştiyên bazirganî yên Rûsyayê rexne kir û ev gav wekî "şêlandin û korsanî" bi nav kir.

Lavrov eşkere kir ku Rûsya dê van biryaran bêbersiv nehêle û tenê keştiyên wan welatên ku vî karî wekî siyaseta fermî meşandine dê bibin armanc.

Her wiha Lavrov bal kişand ser amadehiya Moskowê ji bo hevdîtina bi nûnerên Amerîkayê re û rola Türkiye ya ji bo parastina aramiya Deryaya Reş wekî faktoreke krîtîk nirxand.

Rêveberiya leşkerî ya Rûsyayê her wiha ragihand ku di nava hefteyekê de 15 keştiyên ku ji aliyê artêşa Ukraynayê ve dihatin bikaranîn û depoyên leşkerî yên li benderên Odessa û Yujnıyê hatine lêdan.