PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê bernama bi navê ‘Bernama Ûkraynayê’ ya destekê tesdîq kir. Ev plan ji bo piştî şer Ûkrayna karibe xwe bide hev, ji nû de bê avakirin, nûjenkirin û reformên ji bo bikeve YEyê pêkbîne ye. Plan ji bo 4 salaye ku wê bi nîzamî destekê bide Ûkraynayê. Erêkirina planê ji aliyê Konseya YEyê de hat kirin.
Konseyê ragihand ku eger Ûkrayna şertên dixwazin bicîh bîne wê plan yekser destpêbike. Piştî biryarê wê YEyê karibe di serî de 1 milyar û 890 milyon Euro bide Ûkraynayê. Miqdarê din yê pere wê li ser Ûkraynayê bimîne ku bi qederê soza xwe bicîh bîne, bide Ûkraynayê.
Di nav sozan de babetên weke sîstema parlementer ya pirpartîtiyê, serdestiya hûqûqê, desteka mekanîzmayên demokratîk, garantîkirina mafên mirovan, xwurtkirina mafên mirovan, desteka serxwebûna darazê, reforma giştî ya rêvebiriyê û têkoşîna bi gendeliyê re hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin