PeyamaKurd-Rayedarên Hikûmeta Yûnanîstanê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo koçber sînoran derbas nekin, ew benda betonî ya navbera xwe û Tirkiyeyê dirêj dikin. Hat diyarkirin ku armanc, parastina sînor û astengiya derbasbûna koçberan a bi meşê ye.
Ji aliyê Hikûmeta Yûnanîstanê ve hat ragihandin ku sînorê navbera wan û Tirkiyeyê ku bi bendên betonî yên 35 kîlometreyî hatine diyarkirin, dê heta 80 kîlometreyî were dirêjkirin. Hat ragihandin biryar, bi armanca astengkirina koçberan hatiye dayîn û dê bi vê rêbazê ewlehiya herdu aliyan jî were parastin.
Hefteya borî, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ji bo Serokwezîrê Yûnanîstanê Kiryakos Miçotakis gotibû ku “Êdî ji bo min kesekî bi navê Miçotakis tuneye, ez hevdîtina pê re qebûl nakim. Lewra em, bi siyasetvanên xwedî soz, bi heysiyet û bi rûmet re rêwîtiyê dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin