McGurk: “Demekî dirêje em li benda yekkirina hêzên Pêşmerge bûn

McGurk: “Demekî dirêje em li benda yekkirina hêzên Pêşmerge bûn

PeyamaKurd – Koordînatorê berê yê konseya ewlehiya Koşka Sipî yê Amerîkayê ku ji Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê berpirs bû Brett McGurk ragihand ku ew gelek raziye hêzên Pêşmerge yekkirina xwe kirine û got temamê dinyayê deyndarê van qehremanaye. Brett McGurk di ser hesabê xwe yê Xê de weha got:

“Ev xebera qedirbiha demekî dirêje em li bendê bûn. Her terefê ku keda wan di vê xebatê de heye sipasiya wan dikin. Temamê Dinyayê deyndarê Pêşmergeye û em her wext deyndarê vê hêzê ne.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di 21ê Êlûna 2026an de roja Duşemê bi merasimekî fermî bi amadebûna serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîr Mesrûr Barzanî, wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, nûnerên leşkerî yên Iraqê û hêzên koalîsyonê hat ragihandin ku yekkirina hêzên Pêşmerge bûye û ji nûh de hatiye birêkxistin.

Li gor birêkrêxistina niha hêzên Pêşmerge 11 tumen, 2 hêzên destekê, ji yekîneyên komandoyê û ji 2 herêmên leşkerî pêk tê.