PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê li ser rêya Xarpêt-Dêrsim-Pertekê de duhî qezayekî çêbû û di qezayê de 2 kes giran, bi temamî 4 kes birîndar bûn. Di qezayê de otomobîlên ku ji hemberê hevda dihatin, bi serî lihev ketin. Li ser qezayê tîmên tenduristiyê, îtfaiyê û AFAD ê çûn ciyê bûyerê û birîndaran ji otomobîlên wan derxistin û wan bi ambûlansan birin nexweşxanê.
Birîndarên giran Ayşe T. û Fethi A. îro li nexwexana Zankoya Firatê can dan. Her dû birîndarên din halê wan niha başe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin