PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê li Bûlwara Necmettin Erbakan ya bi ser merkeze de, di navbera taxa Çaydaçira û Zafranê de ajotvanekî otomobîlekî, desthilata otomobîla xwe ji dest da û derbasî şerîda aliyê dinê ya rê bû û li ser wê şerîdekî li otomobîlekî dinê xist.
Her dû erebe jî bûn weka xurde û di encamê de 3 kes can dan. Tîmên tenduristiyê, îtfaiyê û AFAD ê çûn ciyê qezayê. Birîndaran bi ambûlansan şandin nexweşxaneyan û kesên di erebeyan de asê man wan ji erebeyan derxistin. Di encamê de niha du kesên din birîndarin û jiyana di xeterê de ye.
Polîs dixebite da nasnameya wefatkiriyan tesbît bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin