PeyamaKurd – Kompaniyeke Çînê amureyeke ku testa vîrûsa koronaya nû Covid-19 di nav 15 xulekan de, encam dide çêkir.
Balyozê Çînê yê li paytexta Tirkiye Enqerê nûçeya wê amureyê li ser twitterê belav kir û got, “15 deqe! Hefei, kompaniyeke Çînî amureyên ku testa coronavirusê di nav 15 deqeyan de encam dide çêkir.”
Li gorî ajansa Çînî Xinhuayê amureya navborî dişibe ya testa ducanîbûnê û bi çend dilop xwîna ji ser tiliyan testê çêdike ku li ser wê jî xetên negatîv û pozîtîv hene.
Herwiha hat ragihandin ku di pişkinînên klînîk de rastpîvana wê amureya testê hatiye selimandin. Kompaniya Çînî dide xuyakirin ku dê li demeke nêzîk ew amure di bazara Çînê de cî bigire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin