PeyamaKurd - Li welatê Afrîka Kenyayê hêzên ewlehiyê di çarçoveya tedbîrên vîrusa korona ya nû Covid-19ê de, kesên ku dema qedexeya derve û çûnûhatinê derketin derve bi destê polîsan hatin kuştin.
Medya Kenyayê ragihandiye ku Seroka Saziya Çavdêriya Serbixwe ya Polîs (IPOA) Anne Makorî gotiye; li gor lêpirsînên IPOA kirine ji ber qedexeya çûnûhatinê ya Covîd-19ê 15 kesên li gor wê qedexeyê tevnegeriyane ji aliyê polîsan ve hatine kuştin.
Makorî diyar kiriye, li welat 31 polîsan îşkence li sivîlan kiriye û ji meha Adarê heta niha jî 81 kesan derbarê polîsan de gilî kirine.
Li Kenyayê heta niha 2 hezar û 93 nexweşên vîrusa korona hene û 71 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin