Zêdetirî 90 parlamenteran ji CHPê îstifa kirin, partiyeke nû hate damezrandin

Zêdetirî 90 parlamenteran ji CHPê îstifa kirin, partiyeke nû hate damezrandin

PeyamaKurd - Ozgur Ozel û 90 parlamenteran ji Partiya Gel a Komarî (CHP) îstifa kirin. Piştî îstifayan, daxwaznameya damezrandina partiya nû pêşkêşî Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê hat kirin.

Ozgur Ozel ku bi biryara dadgehê ya bêmaf ji serokatiya CHPê hatibû dûrxistin û 90 parlamenteran ji CHPê îstifa kirin.

Piştî îstifayan, Ozel û parlamenteran daxwaznameya damezrandina partiya nû pêşkêşî Wezareta Karên Hundir kirin.

Ozgur Ozel ku bi 74 serokên parêzgehan (52 ji wan ji karên xwe hatine dûrxistin), endamên Meclîsa Partiyê yên ku di Kongreya Asayî ya 39emîn de hatine hilbijartin lê bi biryara dadgehê ji karên xwe hatine dûrxistin, endamên Lijneya Rêvebir a Ofîsa Namzetên Serokkomariyê û endamên Komîteya Rêveberiya Navendî re civiya, duh (23ê Tîrmehê) di dawiyê de civînek girtî ya komî bi Parlamenteran re li dar xist.

Piştî vê civînê, hat hînbûn ku 90 Parlamenterên CHPê daxwaznameya damezrandina partiya nû îmze kirine.

Komîteya Damezrîner a partiya nû îro (24ê Tîrmeha 2026an) saet 14:00an li Klûba Anadoluyê, di bin serokatiya Ozgur Ozel de, wê bicive.

Di civîna xwe ya yekem de, Komîteya Damezrîner wê serokê partiyê û organên partiyê diyar bike û dû re jî rêveberiya parlementoyê hilbijêre.