PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy, li demeke ku êrîş û bombebarana artêşa Rûsyayê li ser welatê wî berdewam dike banga hevdîtinê li Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn.
Zelenskiy da xuyakirin ku ew amade ye bêyî ti pêşmercan ligel Pûtîn bicive û got, “Divê em bigihin rêkeftinekê’.
Serokê Ukraynayê di televizyona dewletê Raîyê de bangewazî li Pûtîn kir û destnîşan kir, pêwîste bi Rûsyayê re bigihin rêkeftinekê û ti pêşmerceke jî neyê danîn.
Herwiha Zelenskiy li ser mijara Kirimê ku ji sala 2014an ve ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dagirkirin jî got, ew ti carî Kirimê wekî erda Rûsyayê nas nakin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin