PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî li ser pêvajoya talûkê ya herêmê daxwuyaniyekî nivîskî da û tê de behsa girîngiya yekîtiya netewî û diyalogê kir.
Talabanî got ku di biryarên çarenûsa milletê de, divê kes yekalî tevnegere. Herêm di gengeşeyekî mezni de ye û talûka bê îstîqrariyê heye. Talabanî behsa rewşa hukumeta Herêma Kurdistanê kir û got:
“Hukumeta me koalîsyonekî gelek berfireye û biryarên ku li ser jiyana xelkê me û dahatûya wê bandorê dikin, divê bi tevlîbûna temamê ortaxan bibe.
Divê dijberiyên di navbera terefan de zerarê nede xelkê. Niha ne wexta qezenckirina civandina pûwanaye û ne wexta çêkirina dijberiyan e. Berya her tiştî divê jiyana xelkê me ya bi îstîqrar hebe û mehaneyên wan di wextê de bidin. Her pêngava ku refaha xelkê me bixe talûkê, divê em xwe ji wan dûr bixin.”
Talabanî got ku li hemberê talûkeyan tekane rêya çareseriyê; yekîtiya netewiye û ew terefdarê diyaloga erênî ya bi ortaxên Erbîlê û Bexdayê re ye. Talabanî got ku tekane rê ya parastina aramiya Kurdistanê, bi tevgera hevpar ya hevparan dibe.