PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku ji destpêka şerê Rusyayê ve li Ukraynayê bi sedan leşkerên Ukraynayî yên ji aliyê Rusyayê ve hatibûn dîlgirtin, hatine rizgarkirin.
Zelenskiy, di peyama vîdeoyî ya ku bişev li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kir de bi bîr xist ku şerê li dijî Rusyayê li Ukraynayê dewam dike.
Volodimir Zelenskiy destnîşan kir ku 50 leşkerên Ukraynayê bi pevguhertina girtiyan a ku di 1ê Kanûnê de bi Rusyayê re kiribûn, vegeriyan malên xwe û ragihand ku heta niha zêdetirî 1300 leşkerên Ukraynî ji dîlgirtîbûna Rusyayê hatine rizgarkirin.
Zelenskiy got, "Werin em wan hemûyan vegerînin. Hemû Ukrayna dê azad bibe. Hemû Ukraynî dê li malên xwe bin. Hemû saziyên ku ji parastina ewlehiya neteweyî berpirsyar in, divê bergirên ku li dijî kiryarên tasfiyeker ên servîsên taybet ên Rusyayê yên li hawîrdora olî ya Ukraynayê werin girtin, tespît bikin û xurt bikin û serî li mueyîdeyên kesane bidin. Navên wan dê di demeke nêz de bên eşkerekirin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin