PeyamaKurd – Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy, li Kîevê piştî Lûtkeya Platforma Kirimê ya 3. ku nûnerên zêdetirî 60 welatan beşdarî kirin civîneke rojnamevanî li dar xist û ragihand, ew dê di bedêla ti endamtiyekê de erdê xwe ji Rûsyayê re nehêlin.
Zelenskiy, bal kişand ser alîkarî û hevkariyên welatên Rojavayî di şerê ligel Rûsyayê de û diyar kir, ew di serî de bi Serokê Amerîka Joe Biden û serokên din ên hevpeymanan re di nav têkiliyê de ye û ji bo formula aştiyê û sewqîyatên leşkerî yên bi taybet ji bo bihêzkirina sîstema berevaniya asmanî danûstandinan dikin.
Zelenskiy da xuyakirin ku Kirim jî di nav de ew dest ji hemû erdên ji aliyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin, bernadin û got: “Kirim Ukrayna ye. Em ji bo Kirim û hemû erdên demkî hatine dagirkirin, têdikoşin. Em erdên xwe bi ti endamtiya yekîtiyekê naguherin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin