PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelensky bi rêya telefonê ji ber alîkariya mirovî ku Azerbeycan ji bo xelkê Ûkraynayê kir, sipasiya serokê Azerbeycanê İlham Aliyev kir. Zelenskiy ragihand ku bi telefonê bi İlham Aliyev re axifiye û ji bo alîkariya mirovî û dermanan sipasiya Aliyev kiriye.
Zelenskiy her weha bi serokwezîrê Hollandayê re bi telefonê axifiye û ji bo biryara alîkariya bergiriyê ya Hollandayê sipasiya xwe kiriye.
Zelenskiy, di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku bi havkarên xwe yê navdewletî re hevdîtinên xwe dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin