PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy diyar kir ku Ukrayna wê beşdarî Lûtkeya NATOyê bibe ku dê di 7-8ê Tîrmeha 2026an de li paytexta Enqerê were lidarxistin.
Zelenskyy piştî hevdîtina bi Seroka Moldovayê Maia Sandu re, ku di serdanekê de li Kîevê bû, di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de axivî.
Zelenskyy destnîşan kir ku serdana Serok Sandu ya Ukraynayê di salvegera 40emîn a karesata Çernobîlê de ji bo wan girîng bû.
Zelenskyy bi bîr xist ku kapsula ewlehiyê ya nû ya ku reaktorê 4emîn ê Santrala Nukleerî ya Çernobîlê diparêze bi hevkariya 40 welatan hatiye çêkirin û diyar kir ku droneke çekdarî ya Rûsyayê par li vê kapsulê xistiye. Bangek ji bo cîhanê li dijî Rûsyayê
Zelenskyy tekez kir ku divê cîhan pêşî li êrîşên Rûsyayê yên li ser santralê bigire.
Zelenskyy bi bîr xist ku artêşa Rûsyayê di destpêka şer de di sala 2022an de Santrala Nukleerî ya Zaporizhia girtiye û Santrala Nukleerî ya Çernobîlê ji bo demek diyarkirî di bin kontrola Rûsyayê de maye û wiha domand:
"Bi dagirkirina santrala Çernobîlê di sala 2022an de, Rûsan ew veguherandin tramplînek ji bo şer. Ev nîşan dide ku wan ji şaşiyên Sovyetê tiştek fêr nebûne û tiştek fam nakin."