PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zerif li ser danûstandinên serdana xwe ya Iraqê ragihand ku hin rayedarên Iraqê ji ber tirsa Amerîkayê hevkariya ligel Îranê red kirine.
Zerîf li konsûlxaneya Îranê ya Kerbelayê got, “Hin rayedarên pilebilindên Iraqê bi biryar in bi me re hevkariyê bikin, lê rayedarên herêmî ji tirsa serweriya Amerîkayê vê qebûl nakin.”
Cewad Zerîf ku serdana xwe ya Iraqê bêhtir ji bo şikandina dorpêçên Amerîkayê û geşkirina bazirganiya ligel Îranê pêk anî, li ser hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê diyar kir ku Amerîka ji 7 milyar dolar xerc kiriye, lê bixwe mikur hatiye ku ti qezencek bi dest nexistiye, lewra jî Amerîka nikare dinyayê birêve bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin