PeyamaKurd – Piştî encamdana Kongreya 14an a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rayedarên Iraqê pîrozbahî li Cîgirê Serokê PDKê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kirin.
Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Mihemed Helbûsî, Şêwirmendê Asayişa Netewî Qasim El-Eracî û Serokwezîrê berê yê Iraqê Ayad Elawî pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kirin.
Hat zanîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Eracî û Serokwezîrê berê Ayad Elawî kiriye û hêviya serkeftinê ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hatiye xwestin.
Mesrûr Barzanî jî ji pîrozkirinê spasiya Serokê Encûmena Nûneran, Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê û Serokwezîrê berê yê Iraqê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin