PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî îro Çarşemê li Bexdayê pêşwaziya Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û şanda ligel wî kir.
Di civînê de mijarên hevkariya hevpar, rêyên bihêzkirin û pêşxistina peywendiyên dualî yên di warên cuda de ku di berjewendiya her du welat û gelên cîran de ne hatin nîqaşkirin.
Zeydî tekezî li ser kûrkirina peywendiyên dîrokî, erdnîgarî û olî yên di navbera Iraq û Îranê de kir û pesnê piştgiriya Tehranê ya di dema şerê dijî DAIŞê de da.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Bexdayê diyar kir û spasiya hewldanên hikûmeta Iraqê yên ji bo pêşwazîkirina serdanvanên îranî di rêwresmên Çileya Îmam Huseyn de kir.
Qalîbaf tekez kir ku welatê wî daxwaz dike ku hevkariya berfireh berdewam bike da ku berjewendiyên hevpar ên her du gelan bên dabînkirin.