PeyamaKurd -
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî re civiya ye û hevdîtineke gelekî berhemdar encam dane.
Barzanî diyar kir ku di civînê de wan rewşa giştî ya welatî, astengiyên li beramberî pêşerojê û geşedanên dawî yên li ser asta herêmî û navdewletî û bandora wan a li ser Iraqê bi berfirehî nirxandin.
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku wan piştgiriya temam a Herêma Kurdistanê ji bo bicihanîna bernameya hikûmetê nîşan daye da ku xizmeta hemû pêkhateyên gelê Iraqê bête kirin.
Nêçîrvan Barzanî got ku wan di civînê de pabendbûna xwe ya ji bo çaksaziya aborî ya giştgir, komkirin û kontrolkirina çekan di destê dewletê de û bilezkirina pêkanîna ewlehî û aramiyê diyar kiriye.
Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser girîngiya yekxistina helwestan, xurtkirina hevahengiyê di navbera saziyên dewletê de û got: "Ev pêngav ji bo parastina serweriya welatî û parastina ji xetere û astengiyan girîng in da ku armancên gelê me yên ji bo paşerojeke ewle û geş pêk werin."