PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a Reutersê îro 21ê Gulanê bi zarê çavkaniyên navxweyî yên Îranê veguhest ku Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî rênimayiyeke nû û pir tund derxistiye. Li gorî vê biryarê, bi tu awayekî nabe uranyuma dewlemendkirî bo derveyî welat were şandin.
Ev pêngava Tehranê ku helwesta welat li hember yek ji daxwazên sereke yên Amerîkayê tundtir dike, proseyên dîplomatîk ber bi têkçûnê ve dibe û fikar hene ku bibe sedema hêrsbûnA Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Trump berî niha ragihandibû ku baweriya wî bi sozên Îranê nîne û Washington bi ti awayekî rê nade Tehran bibe xwediyê çeka atomî, herwiha destnîşan kiribû ku ji ber dorpêçên aborî yên giran ên li ser jêderên dravî yên Îranê, hewcedariya wan bi lezkirinê nîne.
Li aliyê din tora nûçeyan a CNNê ya Amerîkayî eşkere kir ku Donald Trump ji ber berdewambûna girtina Tengava Hurmizê sebra wî nemaye û niha bi rengekî pir cidî li ser destpêkirina êrîşên leşkerî yên mezin li dijî Îranê difikire.
Li gorî CNNê, Trump ew pêşniyara aştî û agirbestê ya ji 14 xalan pêkhatî ku Îranê bi rêya dîplomasiya Îslamabadê şandibû, wekî "tiştekî ehmeqane" bi nav kiriye û red kiriye.
Serokê Amerîkayê diyar kiriye ku lihevkirina agirbestê ya niha di rewşeke pir xerab de ye û xeteriya destpêkirina şerekî nû û berfireh her deqîqe nêzîktir dibe.