Reuters: “Tirkiye xwestiye bi Misrê re civînekî bêkirin”

Reuters: “Tirkiye xwestiye bi Misrê re civînekî bêkirin”

PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa Reutersê rêvebirekî îstîxbarata Misrê bo ajansê ragihandiye ku roja pêncşemê îstîxbarata Tirkiyê li rêvebirekî ewlehiyê yê Misrê geriyaye û gotiye Tirkiye dixwaze bi Misrê re civînekî çêbike û terefê Misrê bi kêfxweşî daxwazê qebûl kiriye.

Di civînê de, dê li ser mijarên hevkariya di mijarên aborî, siyasî û dîplomatîk de biaxifin. Revebirê Misrî ji gera Tirkiyê kêfxweş maye û dê di wexteka kurt de bersiva Tirkiyê bidin.

Piştî vê daxwaza Tirkiyê, rêvebirên Misrê û yên ewlehiya Tirkiyê li pey hev gelek caran bi telefonê axifîne û di axaftinên xwe de behsa nexweşiyên navbera her dû dewletan nekirine. Duhî jî wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu mijarê weha ragihandibû:

“Bi Misrê re, di asta dîplomatîk de têkiliyên me destpêkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin