PeyamaKurd – PDK û YNK îro roja çarşemiyê (26.06.2019) ji bo gotûbêjkirina pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û danîna Parêzgarê Kerkûkê
dicivin.
Endamê Polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Xalid Şuwanî ji diyar kir, îro li Bexdayê û bi çavdêriya UNAMIyê, civînên Komêteya Asayîkirina Rewşa Kerkûkê destpê kiriye.
Destpêkirina civînên navbera PDKê û YNKê derbarê rewşa Kerkûkê de, piştî wê yekê hat ku herdu alî li ser posta Wezîrê Dadê yê Iraqê li hev kirin û duh Duşemî 24ê Hezîranê berbijêrê vê postê li parlamentoya Iraqê hate qebûlkirin.
Herwiha Parlamenterê YNKê li Bexdayê Bextiyar Şaweys jî got: “Rêkevtin di navbera PDKê û YNKê de heye, ev rêkevtin jî ketiye warê cîbicîkirinê. Wezareta Dadê temam bû û niha Parêzgarê Kerkûkê maye. Em hêvîdarin ku berbijêrekî YNKê wî postî jî werbigire.”
Herwiha Parlamenterê Fraksyona PDKê li Parlamentoya Iraqê, Mihemed Emîn jî da xuyakirin: “Derbarê postên din ên weke Hikûmeta Herêmê û Parêzgarê Kerkûkê, civînên ji bo pêkanîna Hikûmeta Herêmê berdewam in û di navbera PDKê û YNKê de jî rêkevtin hebûye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin