Parlamentoya Kurdistanê îro dicive

Parlamentoya Kurdistanê îro dicive

PeyamaKurd – Parlamentoya Kurdistanê îro ji bo pirsên parastina aştiya civakî û pirsgirêkên zarokan guftûgo bike dicive.

Li gor karnameya civînê, Parlamento birga yekem a pirsgirêkên zarokan û welatiyên xwedî pêwîstiyên taybet û malbatên wan guftûgo dike.

Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, derbarê wê mijarê de, Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî civînê dibe.

Herwiha li gor karnameya civînê, di beşeke din a civînê de, endamên Parlemantoyê guftûgoyeke vekirî li ser mijara parastina aştiya civakî û rêzgirtina li nirxên olî, civakî û azadiya bingehîn a mirovan dikin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin