Îtalya: Divê Efrîka ji Çînê re neyê histin

Îtalya: Divê Efrîka ji Çînê re neyê histin

PeyamaKurd- Alîkarê Serokwezîra Îtalyayê û Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani diyar kir ku divê ew Efrîkayê ne bi tenê û ne jî ji Çînê re nehêlin.

Antonio Tajani, di beşdariya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê ya 59emîn a li Almanyayê hat lidarxistin de axivî û got ku

“Heger em Ewropayeke xurt dixwazin, divê em li Efrîkayê binêrin. Ev ji bo pêşeroja me girîng e. Divê em Efrîkayê ne bi tenê bihêlin û ne jî ji Çînê re bihêlin. Ev ji bo mezinbûna me dê xeletiyeke gelek giran be.”

Tajani diyar kir ku divê ew zêdetir girîngiyê bidin ewlekariya Ewropayê û got,

"Heke em dixwazin di nav NATOyê de bi hêztir bibin, pêwîstiya me bi ewlekariya Ewropayê heye. Heger em dixwazin xwe biparêzin, divê em zêdetir di parastina Ewropayê de veberhênan bikin, lê hevpeymaniya transatlantîk ji bo me rolek pir girîng e, divê em bi Amerîkiyan re bixebitin, em beşek ji vê cîhanê ne û nayê guhertin."

Wezîr Tajani diyar kir ku şerê Rusyayê yê li Ukraynayê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û got, "Em li Ukraynayê aştiyê dixwazin, lê bêyî edaletê, aştî pêk nayê. Em serxwebûn û yekparebûna Ukraynayê dixwazin." 

Antonio Tajani li ser pêvajoya berfirehkirina Yekîtiya Ewropayê (YE) jî axivî û got:

"Ji bo berfirehkirina YEyê ber bi Balkanên Rojava ve xebateke mezin divê. Îtalyayê piştgirî da Bosna û Hersekê ku statuya berendamiyê werbigire. Divê em ji bo van reforman, zêdetir alîkariya van welatan bikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin