Turkiye: Di erdhejê de 43 hezar û 556 kes jiyana xwe ji dest dan

Turkiye: Di erdhejê de 43 hezar û 556 kes jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser erdheja navenda wê bajarê Maraşê bû daxwuyaniyan da. Soylu li ser kiryarên cudakariyê û mijarên din weha got:

“Li vê derê birayên me yên Sunnî û Elewî hene. Li vê derê herkes heye. Çadiran didin wê derê an nadin ciyekî dinê, van gotinan di derveyê mirovahiyê de ne. Ma tişteka weha dibe? Çadirên zêde hatin ji bo Hatayê.

Kılıçdaroğlu li Hatayê daxwuyaniyeka nexweş da. Ew bi niyeta xerabe.

Di mijara reqemên encama erdhejê de jî heya niha di erdhejê de 43 hezar û 556 kes can dane. Di 2-3 salên dawiyê de afetên xerab hatin serê me. Lehî, şewat û erdhej.

Dema xeber hat ku erdhej di ser 7an de ye, serokê AFAD ê li min geriya. Dereca erdhejê nikaribûn bipîvin. Lê wexta ku gotin di ser 7an de ye, min ji encameka mezin endîşe kir. Ez li serokkomar geriyam û min agahiyê dayê. Em xebitîn da bigihên tabloyên bajaran û me dît ku erdhej gelek belave ye. Hevalên pêwendîdar li AFADê civiyan. Fuad Oktay geriya û min jê re got ku em diçin AFAD ê. Me biryarê da ku asta navdewletî 4 e û em ketin nav xebatê.

Di bin agahiya serokkomarê me de, me parêzgehan di navxwe de parevkir û em derketin ser rê. Em bi wezîrê tenduristiyê û dadê re di heman balafirê de bûn. Me xwest em balafira xwe deynin Maraşê lê balafirgeh girtî bû. Em daketin bajarê Entabê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin