Du dayîkên astiyê di qezayê de can dan

Du dayîkên astiyê di qezayê de can dan

PeyamaKurd -  Li bajarê Hakkariyê li navça Geverê kamyonetekî û otomobîlekî li hev ketin, di qezayê de du kes can dan û 2 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku 2 kesên di qezayê de can dane dayîkên aştiyê Adalet Safali (48) û Sosin Akçelik (55) in. Qeza piştî nîvro li ser rêya Hakkariya û Geverê (Yuksekova) li dora Pira Kerem Axa çêbûye.

Ajotvanê otomobîlê parêzer Erdal Safalı bû ye û di fetlanekê de bi kamyoneta kargoyê re ser bi serî li hev dikevin. Erdal Safalı, kurê Sosin Akçelik Cihan Akçelik bi ambûlansan birine nexweşxana dewletê ya Geverê.

Cenazên her dû dayîkên aştiyê birin morga nexweşxanê. Hat ragihandin ku dayîkên aştiyê ji bo li dadgehê îfade bidin çûne bajarê Wanê û dema ji Wanê vedigeriyan qeza kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin