PeyamaKurd - Li bajarê Çewligê yê bakurê Kurdistanê nêzî 100 zarok ji ber risasê li dibistanekê bi jehrê ketin.
Li bajaroka Sancak a Çewligê, xwendekarên dibistanên seretayî û navîn 2'ê Îlonê bi giliyên êşa serî, zik, verîşandin, sorbûna bedenê, rabûna çerm û şewitîn û xura çav, sergêjahiyê çûn nexweşxaneyan.
Hat îdiakirin ku li dibistanê piştî pêlîstina risasê nexweşiyên bi vî rengî li ser xwendekaran peyda bûne û rewşeke metirsîdar li ser jiyana zarokan derketiye holê.
Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya hinek ji wan zarokên ji risasê jehrî ketine giran e.
Li ser vê rewşa ku zêdetirî 100 zarok bi jehrî ketine ji Wezareta tenduristiyê û Yekîtiya Tabîbên Tirk hat xwestin, rewşê ji nêzîk ve bişopînin û lêkolînê li ser bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin