Tirkiye | Benda hilbijartinê ji sedî 10 bo sedî 7 tê daxistin

Tirkiye | Benda hilbijartinê ji sedî 10 bo sedî 7 tê daxistin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Partiya ya deshilatdar a Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyip Erdogan, bi fermî daxwaz ji parlamentoyê kir ku benda hilbijartinê ji sedî 10an daxin sedî 7an.

Cîgirê serokê giştî yê AKPê Hayatî Yazici eşkere kir, wan îro pêşniyarqanûna daxistina benda hilbijartinan radestî serokatiya parlementoya Tirkiyê kiriye û got, wan di wê pêşniyarqanûnê de daxwaz kiriye benda hilbijartinan ji %10 dakeve %7 da ku zêdetir partî derbasî parlementoyê bibin.

Tê çaverêkirin ji ev pêşniyarqanûn ji ber piraniya kursiyên parlamenê di destê wan de ye, ji aliyê MHP û AKPê ve were pejirandin û ji bo hilbijartinên 2023yan jî bikeve pratîkê.

Li gorî nirxandinên siyasî li Tirkiyê, partiya Tifaqa Cumhur MHP nikare ji sedî 10ê dengan bistîne û loma jî benda hilbijartinê ji bo wê tê daxistin.

Hêjayî gotinê ye, zêdetirî sî salên partîyên bi piştevaniya Kurdan dikevin hilbijartinan ji ber benda sedî 10 neçarî tifaqan an jî namzedên serbixwe dibûn ku ew bend ji bo wan hatibû danîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin