PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên PKKê li devera Çemankê ya Amediyê ku girêdayî parêzgeha Duhokê ye, êrîşî hêza polîsê petrol û gazê kir.
Li gorî ragihandina çavkaniyeke ji Polîsê Petrol û Gazê yê li parêzgeha Duhokê, îro 4ê Cotmehê danê êvarê çekdarên PKKê êrîşî hêzeke Polîsê Petrol û Gazê ku erka xwe bicih dianîn kir û du polîs birîndar bûn.
Çekdarên PKKê îro danê sibehê jî bi teqandina bombeyekê li heman devera Çemankê êrîşî hêzên Pêşmerge kiribûn û ji 3 Pêşmergeyên birîndar bûbûn yek ji wan şehîd ketibû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, PKKê hefteya borî jî boriya neftê ya navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê teqandibû ku rojane 10 milyon ziyana wê digihe Herêma Kurdistanê û rizqê gel.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin