NY ji bo Yemenê banga alîkariyê dike

NY ji bo Yemenê banga alîkariyê dike

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di sê rojên dawiyê de li du bajarên Yemenê 13 kes hatine kuştin û 70 kesên din jî birîndar bûne.

Rayedarên NYyê didin zanîn ku dîyar dikin ku ger bo Yemenê alîkarîya mirovî çênebê ew ê tundûtûjîya li wir gurtir bibe.

Rayedar dîyar dikin ku gelek sazîyên alîkariyê ji ber kêşeyên aborî dê di rojên pêş de bernameya xwe bi dawî bikin.

Kordînatora Alîkariya Mirovî ya NYyê bo Yemenê Lise Grende dîyar kir ku rewşa Yemenê ‘pir xerab’ e û sîvîl nikarin xizmetên saxlemiyê jî bistînin.

Li ser bang li rayagiştî ya navneteweyî kir ku berpirsîyên xwe bi cî bînin û alîkariyê bo Yemenê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin