PeyamaKurd - Kompaniyên Dana Gas û Crescent Petroleumê yên li santrala gazê ya Kormor a Silêmaniyê kar dikin, ragihandin ku wan kêşeyên piştî şewata du roj berê ya li santralê çareser kirine û ji roja Pêncşemê ve berhemanîna gazê des pê kiriye.
Di daxuyaniya nivîskî ya herdu kompaniyan de hatiye gotin ku santrala Kormorê ji roja Pêncşemê ve bi hemû şiyanên xwe dest bi berhemanîna gazê kiriye.
Şeva Sêşema borî agir bi santrala gazê ya Kormorê ketibû û şewat hatibû kontrol kirin, lê belê santral bi awayekî demkî hatibû daxistin û karê wê hatibû rawestandin.
Li gorî lêkolînên kompaniyên gazê, kêşeyeke teknîkî li santrala gazê çêbûbû û ew kêşe hatiye çareserkirin û niha bi hemû şiyanên xwe ve hilberandina gazê didomîne.
Santrala gazê ya Kormor, 11 sal in bi awayekî rêkûpêk gaza Herêma Kurdistanê dabîn dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin