PeyamaKurd – Şîrketa Philipsê ku navenda wê Hollanda ye û ya teknolojiyê ye, bi şîrketa Amerîkayê ya ku di warê teşxîsa kardiyakê (kardiyoloji) û şopandinê bo xwe kiriye hedef ya bi navê BioTelemetry ê bo bi bihayê 2,8 mîlyar dolarî bikire, gihane peymanekî.
Philipsê ragihandiye ku her hîsseya BioTelemetry bi 72 dolaran qebûl kiriye. Bihayê hîsseyên Bio Telemertryê li gor borsayê 61.78 dolar bû lê bihayê ku kiriye %16,5 zêdetirê bihayê borsayê ye.
Piştî kirînê pêvajoya sitendina îzna destpêdike û di 3 mehê sala bê de wê temam bibe.
Di şîrketa BioTelemetry ê de 900 xebatkar hene û hilberîna alavên rîtma dil û teşxîsa dilî dike û sala borî dahata wê 439 milyon dolar bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin