Nifûsa Kurdistan û Iraqê hat eskere kirin

Nifûsa Kurdistan û Iraqê hat eskere kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gorî serjimariya dawî, nifûsa Iraqê û Kurdistanê 40 milyon kesan derbas kiriye.

Berdevkê wezareta plandanîna Iraqê Ebdulzehre Hîndawî eşkere kir, hejmara rûniştvanên Iraq û herêma Kurdistanê di sala 2020an de gihîştiye 40 milyon û 150 hezar kesan.

Ebdulzehre Hîndawî ji rojnameya fermî ya Iraqê re daye xuyakirin ku ew siyaseta sînordarkirin û pêşîgirtina zêdebûnê birêve nabin,  ji ber ku welatên pêşî li zêdebûnê digrin û sînordar dikin, rastî krîza kêmbûna hêza ciwanan tên û dibin civakên pîr.

Berdevkê wezareta plandanîna Iraqê da zanîn ku hejmara rûniştvanên Iraqê salane bi awayekî berçav zêde dibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin