PeyamaKurd – Hêzên Tirkiyê li navçeya Sîdekan di dema çêrandina pezên xwe de, du şivan gulebaran kirin û di encamê de her du jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Li gor çavkaniyên xwecihî, do 13.01.2023yê, di saet 13:00ê de, li gundê Xelîfan, di dema çêrandina pezên xwe de, du welatiyên bi navên Lazim Murad Hemedemîn û Behzad Awdî Yûsif ku xelkê gundê Xelîfan yê li sînorê navçeya Sîdekan in, birîndar bûn.
Di derbarê bûyerê de Qaymeqamê Navçeya Sîdekan yê bi wekalet Îhsan Çelebî jî da zanîn, rewşa tendirustiyê ya her du şivanên birîndar baş e û ew rakirine nexweşxaneyê.
Herî dawî Îhsan Çelebî destnişan kir: “Ew her du şivan ji ber guleberdana hêzên Tirkiyê birîndar bûne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin