Girtina masiyên kefal yên Gol a Wanê tê qedexekirin

Girtina masiyên kefal yên Gol a Wanê tê qedexekirin

PeyamaKurd- Bo masiyên Gol a Wan ê sibê qedexeya girtina wan an nêçîra wan ji sibê an ku 15 ê nîsanê de, tê qedexekirin. Masiyên Gol a Wanê ku cûreya wan kefal e, niha di dewra hêkan de ne û divê tovên wan zêde bibe. Lewra qedexeya ser wan sibê destpêdike. Qedexe wê heya 15 ê temmûzê dewam bike.

Li dora Gol a Wanê li dora 15 hezar kes debara xwe bi nêçîra masiyan dikin. Bo tovê wan nebire, rektorê zanko ya 100. Yıl ê yê Wan ê çû ciyê masiyan û got ku hun niha van masiyan bigrin, hun ê bê masî bimînin û nema karibin debara we bikin. Rektor her weha got ku her masiyekî li dora 16 hezar hêkên wê hene û divê kes dest nede wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin