Rapor | Malbata Esed ligel Hizbullaha Lubnanê bazirganiya hebên Captagon dike

Rapor | Malbata Esed ligel Hizbullaha Lubnanê bazirganiya hebên Captagon dike

PeyamaKurd – Bi raporekê hat piştrastkirin ku malbata serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed û Hizbullaha Lubnanê hebên hişbir ên Captagonê çêdikin û li Rojhilata Navîn qaçaxçîtiya wan dikin.

Li gorî rapora ku Peymangeha Lêkolînan a New Linesê eşkere kiriye, gelek endamên malbata Beşar Esed û rayedarên payebilind ên hikumeta wî ligel Hizbullaha Lubnanê di çêkirina Captagonê û qaçaxçîtiya wê de kar dikin.

Di raporê de herwiha hatiye diyarkirin, sala 2021ê bazirganiya Captagonê li Rojhilata Navîn gelekî belav bûye û 5,7 milyar dolaran derbas kiriye.

Di rapora ku ji aliyê lêkolîner Caroline Rose û Alexander Soderholm amade kirine û Ajans France Press (AFP) belav kiriye de, hat diyarkirin ku bazirganiya Captagonê bûye aboriyeke nerewa ku li Rojhilata Navîn û Deryaya Spî bi lez belav dibe.

Li gorî raporê Sûriye hilberînera yekemîn e û Erebistana Siûdî herî zêde ew made tê firotin.

Di raporê de hatiye eşkerekirin ku têkiliyên gelek endamên malbata Beşar Esed û rayedarên payebilind ên hikumeta wî di bazirganiya Captagonê de hene û wê ji bo parastina hebûna xwe ya siyasî û aborî bi kar tînin.

Herwiha li gorî raporê piraniya kargehên çêkirina Captagonê li Lubnanê ne û Lubnan berdewamiya bazirganiya Captagonê ya Sûriyê ye û xala sereke ya belavkirina wê ya bazarê ye.

Di raporê de hatiye diyarkirin, Hizbullah jî sûdê ji vê bazirganiyê distîne û gelek herêmên di bin kontrola wê de, roleke sereke di qaçaxçîtiya Captagonê de dilîzin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin