Pêsmergeyê Kurdistanê ji ber deqa Serok Barzanî rastî êrîsa hêzên Iraqî hat

Pêsmergeyê Kurdistanê ji ber deqa Serok Barzanî rastî êrîsa hêzên Iraqî hat

PeyamaKurd - Pêşmergeyekî Kurdistanê ji ber deqa ku Serok Barzanî li ser destê xwe nexş kiribû, ji aliyê hêzên Iraqî ve rastî lêdan û heqaretê hat.

Li gorî zanyariyan çend berê pêşmergeyekî Kurdistanê ku xelkê Çemçemalê ye, lê mala wî li Hewlêrê ye, dema diçû ser erka xwe li devera Qerehencîr ya Kerkûkê di rê de ji aliyê hêzên Iraqî ve hatiye girtin û rastî lêdan û heqaretê hatiye

Pêşmergeyê bi navê Hawkar Reşîd ji K24 re got, ez di nav taksiyê de bûm û diçûm ser serka xwe lê hêzên Iraqî, di dema teftîşê de tenê ji ber ku deqa Serok Barzanî li ser destê min bû, ez girtim û li min dan û heqaret li min kirin.

Pêşmergeyê kurd da zanîn, şifêrê taksiyê jî pişta wî girtibû lê hêzên Iraqî li şifêr jî dan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin