PeyamaKurd - Li Colemêrgê di protestoyên dijî tayînkirina qeyûm bi ser şaredariyê de alozî derket.
Polîsan dema ku şanda DEM Partî, hevşaredaran û xelkê Colemêrgê xwestin meşê li dar bixin, bi bombeyên gaza rondikrêj û fîşekên plastîk destwerdana wan kir.
Protestoyên ku piştî girtina şaredarê Colemêrgê Mehmet Siddiq Akiş û li şûna wî jî tayînkirina qeyûm li şaredariya bajêr tevî qedexeyên parêzgariyan jî berdewam dikin.
Îro 4ê Hezîranê li dijî tayînkirina qeyûm, bi pêşengtiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li navenda bajar çalakî hatin lidarxistin.
Heyetlerin Hakkari’ye gelmesiyle birlikte tansiyon yükseldi. Yürüyüş yapmak isteyen kitleye polis müdahalesi gerçekleşti. pic.twitter.com/e3LxsU1Fr4
— Ruşen Takva (@RusenTakva) June 4, 2024
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, şandeya Partiya Gel a Komarê (CHP) û hin rêxistinên civaka sivîl beşdarî kirin û hikûmetê xwestin dawî li kiryara sepandina qeyûm bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin