PeyamaKurd – Di erdheja li bajarê Wanê navçeya Qelqelî (Ozalp) de ku îro li demjimêr 13:03 bi dijwariya pileya 5.4an rû da, li 15 taxan xisar çêbû.
Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez derbarê ziyanên erdhejê de ragihand, di encama erdhejê de li navçeyên Qerqelî (Ozalp), Miks (Bahçesaray) û Payizavayê (Gurpinar) li 15 taxan li ser hejmarek xaniyan xisar çêbûye û 5 kes jî bi sivikî birîndar bûne.

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin