PeyamaKurd – Hat ragihandin ku arteşa Tirkiyê ku operasyonên xwe yên bi hinceta PKKê li ser erda Başûrê Kurdistanê berdewam dike, xaleke din a leşkerî li sînorê gundê Hirûrê yê girêdayî qezaya Amêdiyê danîye.
Li gorî nûçeya Rûdawê ku dispêre xelkê deverê, îro artêşa Tirkiyê xala nû ya leşkerî li rojhilatê gundê Hirûrê yê nehiyeya Kanî Masê yê navçeya Amêdiyê daniye ku du roj bûn ew dever dijwarî dihat bombebaran kirin.
Welatîyekî ku dîmena xala leşkerî ya Tirk şandiye diyar kiriye ku ew xala leşkerî li cihê ku bi navê Kevota Kezî tê naskirin hatiye danîn û bicihbûne leşkerên Tirkiyê bi çav têne dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin