PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, li dijî Parlamenterê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Parlamentoya Iraqê Mela Kerîm sûîkastek hat kirin.
Di agahiyên destpêkê ku hatin ragihandin de hat diyarkirin ku komek çekdar havêtin ser avahiya YNKê ya Hemrînê û gulebaran kirin û di êrîşê de kesek li buroyê birîndar bû.
Çavkaniyek li ser bûyerê got, “Ev demek e komeke hewil dide li Xurmatû hêzeke Heşd El-Ceş/Hêîn ava bike. Tê gotin ku Mela Kerîm rê li avakirina vê komê girtiye. Ji ber wê jî îro xwestin buroya YNKê bikujin.”
Di daxuyaniya ofîsa Mela Kerîm de hat gotin, "Silav li welatiyên me be. Rêzdar Mela Kerîm sax e û ji sûîqesta li dijî ofîsa Hemrînê rizgar bû."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin