Tirkiyê çiyayekî devera Barzan ku 'PKK tê de nîne' bombebaran kir

Tirkiyê çiyayekî devera Barzan ku 'PKK tê de nîne' bombebaran kir

 PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 28ê Sibatê berî nîvro balafireke şer a artêşa Tirkiyê Çiyayê Balindê yê li devera Barzanê bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên qeymeqamê navçeya Mêrgesorê Xefûr Ehmed dane medya Kurdistanê, balafira şer a Tirkiyê li demjimêr 11:10 Çiyayê Balindê yê li devera Barzanê tu nêzî projeya ava gundê Welatêjêr e bombebaran kir.

Hat diyarkirin ku yekem car e ew herêm ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye bombebaran kirin ku ew herêm cihekî nêzî niştecihbûnê ye û PKK tê de nîne.

Qeymeqamê Mêrgesorê daye zanîn, ji ber ku bomberbaran li nêzikî cihê niştecihbûnê ketiye, metîrsî di nav xelkê de çêkiriye lê ti ziyaneke canî û malî di encama bombebaranê de çênebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin